Azerbaycan: Di serê Qerebaxê de 2 hezar û 783 leskerên Azerî hatin kustin

03 December 2020 20:27 0 dîtin
Azerbaycan: Di serê Qerebaxê de 2 hezar û 783 leskerên Azerî hatin kustin

PeyamaKurd – Azerbaycanê bîlançoya windayên xwe yên di şerê Qerebaxê de ku ligel Ermenistanê 44 rojan berdewam kiribXû eşkere kir.

Li gorî li ser malpera fermî ya Wezareta Berevaniya Azerbaycanê hatiye belavkirin, di şerê 27ê îlonê dest pê kiribû 44 rojan berdewam kiribû de 2 hezar û 783 leşkerên Azerbaycanê hatine kuştin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku 100 leşker zêdetir yên Azerbaycanê jî winda ne.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku niha 1245 leşker çareseriya pizîşkî li nexweşxaneyan distînin û ji bo 100 leşkerên hatine kuştin jî tesbîtkirina DNAyê berdewam dike.

Piştî şerê Qerebaxê bi navbeynkariya Rûsya di navbera herdu aliyan de agirbesta dawîkirina şer hatibû îmzekirin ku Azerbaycanê serkeftina xwe ragihandibû û hejmarek bajar xistibûn kontrola xwe.