Balafira tîma akrobasiyê ya hêzên hewayî ya Îtalyayê ket: Zarokekî mir
PeyamaKurd - Balafira tîma akrobasiyê ya hêzên hewayî ya Îtalyayê ket, ajotvan an pîlotê wê rizgar bû lê zarokekî mir. Balafir ya tîma akrobasiyê ya hêzên hewayî ya Îtalyayê ya bi navê 'Frecce Tricolori' e.
Balafir ji balafirgeha Torino Caselle dema bi hewa ket, li erdê ket û ciyê ku balafir lê ket, zarokekî ku bi malbata xwe ve lê bû can da.
Pîlotê wê bi sivikayî birîndar bû û wî birin nexweşxanê. Pîlot bi xêra kursiyê xweavêtinê rizgar bû. Dema balafir ket, li wê derê malbatekî bi tevî 2 zarokên xwe hebûn û malbat tev birîndar bûn. Di nava wan de zarokeka 5 salî ji yana xwe da.
Modela balafirê MB-339 e ku tîma akrobasiyê bi 10 balafiran firên perwerda xwe dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin