Balafirên B-1B yên Amerîkayê li Baregeha Încîrlîkê danîn
PeyamaKurd – Bomberdûmanên B-1B yên ku ji bo 9emîn Squadroya Bombebaran a Hêza Hewayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hatine wezîfedarkirin, ji bo sotemeniya germ di çarçoveya wezîfeya perwerdehiyê ya ji mêj ve hatiye plankirin, gihîştin Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê.
Di daxuyaniya Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê de anîna sotemeniyê ya bi navê "hot-pit" tê wateya taktîka barkirina sotemeniyê ya balafiran dema ku motorên wê dixebitin.
Balafir piştî ku ji bo wezîfeya perwerdehiyê ya bi Hêzên Hewayî yên Tirkiyeyê ra bi rê ketin, kêmtirî 2 saetan li Baregeha Încîrlîkê man.
Bomberdûmanên B-1B, tankerên KC-135R Asena û F-16 Fighting Falcon di nav wan de, di nav artêşa Tirk de hatine entegrekirin, da ku prosedurên Kontrolkerê Êrîşa Dawî ya Hevbeş (JTAC) ji bo mîsyonên perwerdehiyê yên ji berê plansazkirî û mîsyonên perwerdehiya piştgiriya hewayî ya nêzîk pêk bînin.
Fermandarê 9emîn EBS ê Hêza Hewayî ya Amerîkayê Korgeneral Stillwell got, "Karên tîmê yên ku me bi hevkarên xwe yên Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê re kir, xebat û profesyoneliya hevpar a balafirên NATOyê nîşan da."
Alîkarê Fermandarê Baskê Hewayî yê 39emîn ê Hêza Hewayî ya Amerîkayê Albay Robert Schoeneberg got, "Em bi kêfxweşî piştgirî û bîranîna vê operasyona dîrokî ya sotemeniya germ a li Încîrlîkê dikin."
Wekî din got, ev "kapasîteyên yekta û cihê stratejîk ên bingehê nîşan dide."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin