Balafirên Amerîkayê baregeha Hizbûllah û Hesda Seibî bombardiman kir

29 December 2019 23:24 0 dîtin
Balafirên Amerîkayê baregeha Hizbûllah û Hesda Seibî bombardiman kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin, piştî êrîşa ser baregeha Amerîkayê ya li Kerkûkê, balafirên bêmirov ên Amerîkayê li sînorê Iraqê 3 caran baregeha Hizbullahê ya Qaîmê bombardiman kirin ku di êrîşê de hejmarek kuştî û birîndar çêbûn û Lîwaya 45an jî xisar dît.

Li gorî nûçeya televizyona Al Mayadîn a Lubnanê piştî êrîşê hemû baregehên hizbullahê ku ligel Heşda Şeibî ne, ketine rewşa amadebaşiyê.

Hat diyarkirin ku armanca êrîşa ezmanî ya Amerîkayê yekîneyên taybet ên Hizbûllahê bûn.

Dîsa hat îdiakirin ku piştî 3 êrîşan balafirên Amerîkî hewla êrîşa çaran jî kirine ku ev bersiva Amerîkayê piştî êrîşa ser baregeha K1ê ya Amerîkiya li Kerkûkê tê.