Balafirên Amerîkayê Hesda Seibî bombebaran kir: 26 kustî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî êrîşa şevê din a bi ser baregeha Tajî ya Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, balafirên şer ên Amerîkayê li ser sînorê Iraq-Sûriyê bingeheke Heşda Şeibî bombardiman kirin û di encamê de 26 endamên Heşda Şeibî hatin kuştin.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) balafirên şer ên Amerîkayê êrîş birin ser bingeha Heşda Şeibî ya li Elbu Kemal a hevsînorê Iraq û Sûriyê û 26 endamên Heşda Şeibî kuştin.
Di êrîşa moşekî ya şevê din bi ser baregeha Tacî ya hevpeymanîyê de, 3 leşkerên hevpeymaniyê 2 Amerîkî yek jî Brîtanî can dabûn û 12 jî birîndar bûbûn.
Piştî vê êrîşê CENTCOMê jî ragihandiye ku ew dê li dijî êrîşkariya hêzên Îranî sîstemên parastina hewayî Patriotan û moşekên balîstîk li Iraqê bicih bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin