Bi balafirên nenas baregeha Hesda Seibî hat bombe kirin

22 September 2019 16:06 0 dîtin
Bi balafirên nenas baregeha Hesda Seibî hat bombe kirin

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên medya Iraqê, li nêzîkî bajaroka Rutba ya parêzgeha Enbar a Iraqê, bi balafirên bêmirov ên nasnameya wan nediyar baregeha Heşda Şeibî hat bombe kirin.

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku nehatiye zanîn bê ew drone ji ku rabûne û êrîşî baregeha Heşda Şeibî kirine.

Hat ragihandin ku di êrîşê de ziyanên canî çênebûne.

Beriya niha jî êrîşên bi balafirên bêmirov bi ser bingehên Heşda Şeibî yên Iraqê de hatibûn kirin.