Balafirên Tirkiyê sînorê Silêmaniyê bombebaran dikin
PeyamaKurd - Balafirên şer ên Tirkiyê îro sînorê bajarokê Sengeserê li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin û di encamê de 2 welatiyên sivîl birîndar bûne, ku birîna yek ji wan kesan dijwar e.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Rêveberê Bajarokê Sengeserê, Nehro Ebdullah ragihand, balafirên şer ên Tirkiyê îro (19.08.2019) gundê Bolê yê ser bi vî bajarokî ve bombebaran kirin.
Nehro Ebdullah got: “Maleke sivîlan li gund ketiye ber bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê û di encamê de 2 kes birîndar bûne, ku birîna yek ji wan kesan dijwar e.”
Tirkiye bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê li nav sînorê Herêma Kurdistanê û bi taybet li zincîre çiyayên Qendîlê, gelek caran deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin