Balefirekî Tirkiyê xaleke asayîsa Rojava bombebaran kir

28 April 2020 12:09 0 dîtin
Balefirekî Tirkiyê xaleke asayîsa Rojava bombebaran kir

PeyaaKurd - Balefirekî bê balefirvan a Tirkiyê xaleke asayişa Kobanê bombebaran kir.

îro Sêşemê 28.04.2020ê danê sibê balefirekî bê balefirvan a Tirkiye xaleke Hêzên Ewlekariya Navxweyî (Asayiş) li Kobanê bi du bombeyan armanc kir.

Li gor heman çavkaniyê piştî bûyerê, hêzeke Rûsî ew navçe dorpêç kir û got ku ewê lêkolînê derbarê vê bombebaranê de bikin û piştre zanyariyan bidin ragihandinê.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser jî êrîş piştrast kiriye û diyar kiriye, ew balafira bêpîlot ya Tirkiyay bûye.

Lê belê artêşa Tirkiyê û hikûmeta Tirkiyê derbarê bûyerê de ti agahî belav nekirine û êrîş ji aliyê Tirkiyê ve ne hatiye piştrastkirin û ne jî hatiye redkirin.

Di encama wê êrîşê de otomobîlek hatiye têkbirin lê di derbarê ziyanên canî yên êrîşê de, Asayişa Kobaniyê hêj ti daxuyanî nedaye Herwiha hat ragehandin, du bombe li pêşiya xala asayişê ketin û ziyan gihîştiye otombîlekê.