Banka Cîhanê, 450 milyon dolar pistgiriyê dide karsazên mexdûr ên erdhejê
PeyamaKurd- Di daxuyaniya ku ji aliyê Banka Cîhanê ve hat dayîn de hat gotin ku Banka Cîhanê projeya xwe ya 450 milyon dolarî ragihand ku alîkariya karsazên mexdûr ên erdheja 6ê Sibatê bike.
Li gorî daxuyaniyê, ji bo pêşîgirtina li girtina karsaziyên mîkro, piçûk û navîn ên ku ji erdheja 6ê Sibatê li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê bandor bûne û alîkariya wan bike ku karên xwe biparêzin, ev proje hatiye çêkirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku
“Armanca Projeya Pêşvebirina Karsaziyên Piştî Mîkro, Piçûk û Navîn ew e ku berdewamiya xebatên van kompaniyên misoger bike û piştgirî bide mezinbûna wan a berdewamkirinê.
Agahiyên ku ev proje dê ji aliyê Rêveberiya Pêşketin û Piştevaniya Karsaziyên Piçûk û Navîn (KOSGEB) ya di bin garantoriya Wezareta Xezîne û Darayî de bê tetbîqkirin.
Armanc ew e ku alîkariya karkeran bê kirin ku gav bi gav îstîhdama xwe bigihîne asta beriya erdhejê bi îstihdamkirina karkerên nû yan jî karkerên ku ji herêma erdhejê derketiye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin