Barana zêde bariya û di encamê de xanî û axûr di bin avê de man

10 June 2022 13:28 0 dîtin
Barana zêde bariya û di encamê de xanî û axûr di bin avê de man

PeyamaKurd – Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê barana zêde bariya û di encamê de, xanî û axûr di bin avê de man.

Hat zanîn li Parêzgeha Erzinganê di saetên êvarî de barana ku destpêkiriye bûye sedema lehiyê û li navenda bajêr çend kolan di bin avê de mane û çûnûhatin rawestiyaye, Taxa Kurutilek û gundê Başpinarê jî hejmareke xanî û axûr ji ber ava kanalê bi ser ketiye di bin avê de mane.

Li gor hat eşkerekirin, li navenda bajêr tîmên şaredariyê û saziyên giştî, bi armanca vekirina rêyên ku ji ber avê hatine girtin bi makîneyan kar û xebata xwe berdewam dikin.

Parêzgarê Erzinganê jî bi armanca lêkolînê serdana cihê bûyerê kiriye.