Baregeha Eyn El-Esedê careke din hate hedefgirtin

07 December 2023 10:30 0 dîtin
Baregeha Eyn El-Esedê careke din hate hedefgirtin

PeyamaKurd – Careke din li dijî baregeha Eyn El-Esed a parêzgeha Enbarê bi balafirên bê mirov êrîş pêk hat.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Berxwedana Îslamî ya Iraqê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku wan li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezzeyê ji nû ve êrîş biriye ser baregeha Eyn Esed.

Hate diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de ev duyemîn êrîşa hewayî ya li ser baregeha Eyn El Esed e.

Baregeha Eyn Esed ku hêzên Amerîkî lê bicîh bûne, li parêzgeha Enbarê li rojavayê Iraqê ye.

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê ragihand, li nêzîkî Kerkûkê 5 çekdarên ku xwe ji bo êrîşeke balafirên bêbalafirevan amade dikirin kirine armanc.