Xirwatistan: Milanovic careke din serokkomar hate hilbijartin
PeyamaKurd - Li Xirwatistanê Zoran Milanovic bi wergirtina ji % 74,66 ê dengan careke din bû serokkomarê vî welatî.
Serokkomarê ji nû ve hilbijartî Zoran Milanovicê ku Partiya Sosyal Demokrat piştgirî didayê, di hilbijartinên serokkomariyê de bi wergirtina ji % 74,66 ê dengan bi ser ket.
Zoran Milanovic, piştî diyarbûna encamên hilbijartinê, di yekem axaftina xwe de serkeftina xwe bi encemdana kar û xebatên xwe yên 5 salên dawî ve girê da û got:
"Ez vê serkeftinê wekî pejirandina xebatên xwe yên 5 salên dawî û nîşandana baweriya gel a bi min dibînim."
Milanovic di axaftina xwe ya serkeftinê de her wiha encamên hilbijartinê bi pêwîstiya guhdana daxwazên gel ve têkildar nirxand û dom kir:
"Rayedarên dewletê divê guh bidin karûbarên dewletê. Ji ber vê yekê ev encam, peyameke xurt a gel e. Ez careke din bang dikim, ez desthilatê naxwazim, ev ne mijareke hêzê ye, mijareke erkdariyê ye.
Erkê min ew e ku ez bi awayekî wekhev tevbigerim çimkî destûr vê ferman dike."
Rikber Pimorac di asta ji % 25an de ma
Rikeberê Milanovic û namzedê Yekîtiya Demokrat a Xirwatistanê ya rastgirên navendî Dragan Primorac, di hilbijartinan dhe ji % 25,34 ê dengan stand.
Primorac jî di yekem axaftina xwe ya piştî diyarbûna encaman de destnêşan kir ku divê rêz li biryara gel bê girtin û dom kir:
“Min vîzyoneke Xirwatistaneke serbilind, çêtir û cudatir pêşkêş kir. Min dixwest bi bernameyê xwe peyamekê bidim ku Xirwatistan tiştekî çêtir heq dike. Divê rêzdarî, şeref, exlaq û serbilindî ji her tiştî girîngtir bin.
Di navbera min û Zoran Milanovic de nirxên cuda yên manewî û exlaqî û her wiha nêrînên cuda yên derbarê paşeroja welatê me hene. Welatiyan biryara xwe bi awayekî demokratîk da û divê rêz li vê yekê were girtin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin