Batmanê | Li sûna 4 muxtaran qeyûm hatin danîn

22 August 2019 14:49 0 dîtin
Batmanê | Li sûna 4 muxtaran qeyûm hatin danîn

PeyamaKurd - Parêzgariya Batmanê keyayên (muxtar) 3 tax û gundekî Batmanê ji kar avêt û li şûna wan qeyûm tayîn kir

Parêzgariya Batmanê ragihand ku keyayên taxên Çay, Korîk û Baglar û Gundê Kosetarla ji kar hatine dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin.

Di daxuyaniya parêzgariyê de hat diyarkirin, keyayan li ser navê ‘rêxistina terorê’ sûc kiriye û endamtiya ‘rêxistina terorê’ kirine û beşdarî çalakî û xwepêşandanan bûne.

Parêzgariyê herwiha da xuyakirin, keyayê taxa Çayê ji ber cezayê wî hatibû erêkirin ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinê ve mazbataya wî berê hatibû betalkirin.