Li sûna 3 muxtaran qeyûm hatin danîn

23 December 2019 20:40 0 dîtin
Li sûna 3 muxtaran qeyûm hatin danîn

PeyamaKurd – Li şûna keyayên (muxtar) 3 gundên Lice ya navçeya Diyarbekirê ku navê wan di operasyona ser madeyên hişbir de derbas dibû, qeyûm hatin tayînkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li navçeya Licê ya Amedê yek jê Fermandarê Qereqola Cendirmeyan 3 jê çawişên pispor û F.O., K.T., O.T. û H.K. di 2yê Kanûnê li Qereqola Cendirmeyan a Mermerê ya girêdayî navçeya Sûrê bi 8 kîlo madeya hişbir hatine girtin û piştî îfadeyên wan li Licê derbarê 30 kesî de biryara binçavkirinê hatiye derxistin. 

Di çarçoveya wê operasyonê de keyayên gundan jî di nav de 24 kes hatine binçavkirin ku keyayê gundê Sîsê Fatîh Îzgî û keyayê gundê Tilê Nazmî Kartop piştî îfadeyên wan hatine berdan. 

Li ser biryara wezaretê Midurê Tapû yê Licê Cebraîl Kiliç tayînî şûna keyayê gundê Gir Adnan Yiltaş, Midurê Weqfa Piştevaniya Civakî ya Licê Huseyîn Bîlal tayînî şûna keyayê gundê Sîsê Fatîh Îzgî û Midurê Çandiniyê yê Licê Nevzat Yildiz jî tayînî şûna keyayê gundê Tilê Nazmî Kartop hatin kirin.