Li sûna 10 muxtaran qeyûm hatin erkdar kirin

09 May 2019 20:18 0 dîtin
Li sûna 10 muxtaran qeyûm hatin erkdar kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê bi hinceta ku lêpirsîn derbarê wan de heye, qeyûm li şûna 10 muxtarên (keya) gundên girêdayî navçeya Licê ya Diyarbekirê danî.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê muxtarên qeyûm li şûna wan hatine danîn ev in:

Keyayê gundê Baravê Bahrî Narîn, keyayê gundê Xeraba Fîkrî Ertaş, keyayê taxa Karahasan Hanîfî Gulen, keyayê taxa Kalo Çetîn Dîrîn, keyayê gundê Karincak Azîz Dogan, keyayê gundê Heşerederê Mahfuz Mayda, keyayê gundê Mele Mekîn Yalçin, keyayê gundê Kervasê Abdulcebbar Çelîk, keyayê gundê Pîrikê Sevat Polat û keyayê gundê Fîrdevs Vayez Altintop.

Hêjayî gotinê ye beriya niha jî li şûna keyayên taxa Kalo û taxa Karahasanê, keyayê gundê Heşerederê, keyayê gundê Karincak, keyayê gundê Baravê û keyayê gundê Mele sala borî qeyûm hatibûn erkdarkirin.

Hat zanîn ku dê keyayên ji wezîfeya xwe hatine standin îtîrazê li vê biryarê bikin.