Bayik: Tirkiye di navbera Amerîka û Rûsya de maye

17 November 2019 20:53 0 dîtin
Bayik: Tirkiye di navbera Amerîka û Rûsya de maye

PeyamaKurd – Serkirdeyê PKKê û Hevserokê Kongra Civaka Demokratîk (KCK) Cemîl Bayik got, ‘Tirkiye hem dijminatiyê li Kurdan dike, herwiha kete navbera Rûsya û Amerîkayê, wê ji vir çawa derkeve nediyare. Îhtimaleke mezin di vir de wê derbên mezin jî bixwe."

Cemîl Bayik di bernameyeke televizyoneke nêzîkî PKKê de axivî û li ser êrîşên Tirkiyê yên bi ser Rojavayê Kurdistanê da wiha axivî:

“Tirkiye kete bîreke kûr. Niha hem Amerîka hem Rûsya ji bo armancên xwe bi kar tîne. Tirkiye her wiha dijminatiyê li Kurdan dike. DAIŞ û çeteyên mîna wan bi kar tîne. Sûc li ser sûcan dike. Li gorî qanûnên navneteweyî ketina nava Bakurê Sûriyeyê neraste, ji xwe kes qebûl nake. Kes li pişt Tirkiyeyê nasekine, lê nabe xwedî. Dewletên ku rê dan Tirkiyeyê, tifaq kirin jî nikarin ji gelê xwe re îzah bikin.”

Bayik got, “Tirkiye dixwaze bi navê Kurd û Kurdistanê tiştek li holê nemîne. Dixwaze Kurd ji holê bê rakirin. Yên ku niha li Rojhilata Navîn serkêşiyê ji sîstemê re dikin, ew naxwazin Kurd bi temamî ji holê rabin. Ji ber ku dibînin ku êdî ne mumkune Kurd ji holê rabin. Berê siyaseta wan jî bi wî rengî bû, piştgiriya Tirkiyeyê dikirin. Lê belê êdî dibînin ku ew ne mumkune, Kurd têgihiştî bûne, têkoşin. Ji ber wê ew mîna Tirkiyeyê nêzî Kurdan nabin.”

Serkirdeyê PKKê herwiha diyar kir, “Amerîkayê xwest bi Tirkiyeyê re Sûriyeyeke nû ji bo armancên xwe ava bike. Bernameyek wiha meşand. Paşê Rûsya kete dewrê. Rûsya dît ku Amerîkayê rê da Tirkiyeyê, hêzên xwe vekişand, wan jî bi Tirkiyeyê re tifaqek çêkirin. Ji ber ku dîtin ku Tirkiye pir lawaze, bi wê tifaqê xwest ku ji lawaziya Tirkiyeyê feydeyê werbigire. Hem Amerîka hem Tirkiyeyê Kurd kirin qurban, ji bo armanc û berjewendiyên xwe.”