Bayraktar: Me Bayraktaran yên heya 3 salan bên hilberîn tev firotiye
PeyamaKurd – Rêvebirê şîrketa BAYKAR ya Tirkiyê Haluk Bayraktar ragihand ku heya sê salan hilberîna Bayraktar TB2 çi hebe, hatiye firotin û dor tine ku bidin muşteriyên din. ŞÎrketa BAYKAR, hilberîna Bayraktar TD2 dike ku niha Tirjkiyê giraniya xwe daye ser hilberîna wan. Bayraktar bi sîlihe û di asta dinyayê de gelek muşteriyên wan hene.
Li gor rêvebirê fabrika BAYKAR ê Haluk Bayraktar dibêje; di serî de mehê tenê 1 balafirekî dikaribûn çêbikin lê niha di mehê de 20 heban çêdikin. Heya 3 salan çi balafiran çêbikin, tev firotine û niha ji bo hilberînê zêdetir bikin, divê veberhênanên din çêbibin da karibin jimarên zêde Bayraktar TB2 an ku balafirên bêmirov yên bi çekan hilberînin.
Tirkiye giraniya xwe daye ser çêkirina balafirên bêmirov yên bi navê Bayraktar TB2 ê. Di şerê navbera Rûsya û Ûkrayna de Bayraktar gelek bi kêrî Ûkraynayê hatin ji ber Ûkrayna hêj şer tinebû, Bayraktaran kirîbû. Li hemberê Bayraktarên Tirkiyê niha Îran balafirên bêmirov difroşe Rûsyayê û wan perwerde dike.
Tirkiye balafirên bi çek yên bêmirov yên Bayraktarê hildiberîne lê niha aşkera nîne bê perçên wê ji ku derê dikirin. Sîstema wan ya kamerayan berê ji Kanadayê dikirîn lê paşî Kanada firotina wan ya ji bo Tirkiyê qedexe kir. Niha çavê dinyayê tev li ser Almanya ye ku Almanya sîtema kamerayê û şopandinê difroşe Tirkiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin