Bêhtirî 50 kesan di bin asîta îro de man: 8 kes mirine, 20 jî hîn winda ne
PeyamaKurd – Tîmên hawarçûnê yên AFADê ku îro bi hawara kesên doh li navçeya Miksê ya bajarê Wanê di bin aşîtê de mabûn çûbûn, aşît bi ser wan de hat û bêhtirî 50 kes di bin aşîtê de man. Hat ragihandin ku heta niha 8 kes bi mirîtî ji bin aşîta duyem hatine derxistin û 25 kes jî hatine rizgarkirin.
Li ser rêya Wan û navçeya wê Miksê doh aşît bi ser dolmîşa rêwiyan de ketibû û 5 kesan can dabû, 6 kes jî hatibûn rizgarkirin.
Tîmên hawarçûnê îro ji bo rizgarkirina 2 kesên din ên di bin aşîtê de mabûn dest bi xebatên rizgarkirinê kirin, lê ew jî di bin aşîteke din de man û li gorî zanyariyan heta niha 8 kes bi mirîtî ji bin berfê hatine derxistin û lêgerîna bo 20 kesên din jî berdewam dike.
Hat ragihandin ku di bin aşîta duyemîn de 50 kes mane û 25 kes ji wan hatine rizgarkirin û lêgerîna rizgarkirina 20 kesan didome.
Şaredarê Miksê Mekî Arvas ji televizyoneke Tirk re ragihand: "Me agahiya ku 25 kes hatine rizgarkirin wergirt. Mijek dijwar heye. Rewşa yên hatine rizgarkirin baş e. Li herêmê ekîbeke nêzî 300 kesî dixebite. Zêdetirî 50 kes di bin aşîta duyemîn de man. 8 kes bi mirîtî hatine derxistin. Lêgerîna rizgarkirina 20 kesên din jî didome."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin