Belçîka 42 zarokên DAISê yên Kampa Holê werdigire
PeyamaKurd - Hikumeta Belçîkayê dixwaze zarokên malbatên DAIŞê yên Belçîkî ji Kampa Holê werbigire û dosyayê bigihîne Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.
Wezîrê derve yê Belçîkayê Philip Govan ragihand ku ew difikirin 42 zarokên malbatên DAIŞê, ji Kampa Holê ya li bakurê rojhilatê Sûrî werbigirin.
Govan da zanîn ku ew ê dosyaya zarokan li pêşberî Konseya Ewlekariyê û herwiha di civîna Asayîşa Navdewletî ya Munîhê de jî nîqaş bikin.
Wezîrê Belçîkî diyar kir, “ji bo wergirtina zarokan astengiyek heye, ew jî, Rêveberiya Xweser zarokan bêyî dayîkên wan radest nake. Berî niha Rêveberiya xweser ev yek gotibû, ew ê nikaribin zarokan ji dayîkên wan qut bikin û bi tena xwe wan radest bikin.”
Hêjayî gotinê ye, Rêveberiya Xweser beriya niha jî çend caran bang li hikumeta Belçîkayê kiriye da ku zarok û jinên DAIŞî werbigirin, lê hîn gav nehatiye avêtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin