Saneyên DAISê li Kampa Holê du zarokên keç revandin

24 August 2021 14:23 0 dîtin
Saneyên DAISê li Kampa Holê du zarokên keç revandin

PeyamaKurd - Hêzên Asayîşê yên li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku li kampa Holê, 2 zarokên temenê wan di bin 5 salî de, ji aliyê kesên cilên leşkerî ku weke hêzên wan li xwe kirine hatine revandin.

Asayîşê bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 zarok ji aliyê şaneyên veşartî yên DAIŞê ve hatine revandin û diyar kir, şaneyên veşartî di kiryar û tawanên xwe de cilên leşkerî yên hêzên wan li xwe dikin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Şaneyên veşartî yên li kampê, li ser dizî, xapandina bi bihaneya ku bi hêzên me girêdayî ne, têkbirina aramî û belavkirina tevliheviyê dixebitin. Ji bilî revandina zarokên kampê.”

Hat eşkerekirin ku zarokên hatine revandin 2 keçên bi navên; Ruqeya Mihemed Mihemed 4 salî, Semer Mihemed Mihemed 3 salî ne û ew zarok sêwî ne.

Hêzên Asayîşê daye xuyakirin ku ew liv û tevgera şaneyan dişopînin û wê di zûtirîn demê de wan bigrin û radestî edaletê bikin.