Li Kampa Holê saneyên DAISê gef li karkeran stûnên ronîkirinê xwarin
PeyamaKurd – Li Kampa Holê şaneyên DAIŞê gef li karkeran stûnên ronîkirinê xwarin, belge û telefonên wan dizîn.
ANHAyê daye zanîn: “Şaneyên DAIŞê gef li karkerên Şirketa Sara xwar û belge û telefonên wan jî dizîn.”
Hat zanîn, bûyer dema ku karkeran stûnên ronîkirinê li beşa 5an a kampê bi cih dikirin çêbû.
Herwiha di navbera Hêzên Asayîşa Kampê û şaneyên DAIŞê de, şer derket û karker ji wir hatin dûrxistin.
Şaneyên DAIŞê naxwazin kamp bê ronîkirin da ku sûd ji tariya êvarê bigirin û bi hêsanî tev bigerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin