Belçîka, welatiyên xwe ji wî welatî derdixe
PeyamaKurd- Piştî derbeya leşkerî ya li Nîjerê, Belçîkayê ragihand ku wan 15 welatiyên xwe bi rêya Fransayê derxistin.
Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê Hadja Lahbib, di ser medyaya civakî re ragihand ku 15 hemwelatiyên wan, bi balafireke Fransî ji Nîjerê derketine.
Lahbib spasiyên xwe pêşkêşî hevtaya xwe ya Fransî Catherine Colonna kir û got ku ew ê ji bo derxistinên pêşerojê di têkiliyê de bin.
Koma yekem a Belçîkayê, li gorî saeta herêmî saet 02:00yan de li Balafirgeha Parîs-Charles de Gaulle daket.
Li gorî hat ragihandin, li Nîjerê derdora 110 Belçîkî hene.
Serokê Nîjerê Mihemed Bazum, di 26ê Tîrmehê de ji aliyê endamên Alaya Pasdaran ve hatibû desteserkirin û wê êvarê leşkeran ragihand ku wî desthilatî bi dest xistiye.
General Omar Tchiani, Fermandarê Alaya Pasdaran a Serokomariyê di 28ê Tîrmehê de ragihandibû ku ew serokatiya cûntaya bi navê Konseya Neteweyî ya Parastina Welat (CNSP) kiriye û bûye serokê hikûmeta veguhêz.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin