Îranê, welatiyên xwe li dijî wî welatî hisyar kir!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Îranê ji ber berdewamiya bûyerên li kolanan û tundûtûjiyê, daxwaz ji welatiyên xwe kir ku heta pêwîst nebe, neçin Fransayê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî, di daxuyaniyeke nivîskî de li ser bûyerên Fransayê hişyarî da welatiyên Îranê.
Kenanî got, "Ji ber pirsgirêkên ewlehiyê yên li Fransayê, em ji welatiyên xwe yên li wî welatî daxwaz dikin ku heta ku hewce nebe dernekevin kolanan û xwe ji herêmên bi nakok dûr bixin. Heta ku hewce nebe divê Îranî ji sefera vî welatî dûr bisekinin."
Kenanî bang li hikûmeta Fransayê kir ku bûyeran bi rêyên demokratîk çareser bike û got ku
"Hikûmeta Fransa divê dawî li nakokiyên bi gelê xwe re bîne, rêz li prensîbên li ser bingeha rûmeta mirovî, azadiya derbirînê û mafê kombûna aştiyane bigire.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin