Azerbaycanê, welatiyên xwe hisyar kir ku neçin wî welatî
PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê, welatiyên xwe hişyar kir ku neçin Îranê. Bi rêya daxuyaniyê hat ragihandin ku welatiyên wan ên li Îranê ne jî divê gelek bi baldarî tevbigerin.
Di daxuyaniya wezaretê de êrîşa li dijî Balyozxaneya Tehranê ya Azerbaycanê hat bibîranîn û ji bo welatiyên Azerbaycanê hişyarî hat kirin ku heta hewce neke, serdana Îranê nekin û kesên ku serdana Îranê dikin jî divê gelek bi baldarî û hişyarî tevbigerin.
Her wiha bi daxuyaniyê rê hat nîşandan ku hemwelatiyên wan ên li Îranê, rêgezên ewlehiyê bişopînin û li gorî hewcedariyê dikarin serî li Serkonsolosxaneya Tebrîzê bidin.
Beriya niha, di 27ê Çileyê de li dijî Balyozxaneya Tehranê ya Azerbaycanê, berpirsê ewlehiyê yê Balyozxaneya Azerbaycanê jiyana xwe ji dest dabû û 2 pasewan jî birîndar bûbûn.
Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev jî ev êrîş wekî kiryareke terorîstî bi nav kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin