Wî welatî, destûra rûnistina 135 welatiyên Rusî betal kir

20 July 2023 14:04 0 dîtin
Wî welatî, destûra rûnistina 135 welatiyên Rusî betal kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, destûra rûniştina daîmî ya 135 welatiyên Rusî yên ku li Lîtvanyayê dijîn, bi hinceta lêkolînên ku ji aliyê Dezgeha Koçê ya welêt ve hatine kirin, hat betalkirin.

Di agahiyan de hat destnîşankirin ku Dezgeha Koçberiyê ya Lîtvanyayê, ji Rusên ku li wî welatî dijîn re pirsname şand da ku gefên ewlekariya neteweyî yên muhtemel binirxînin. 

Di pirsnameya navborî de pirsên di derbarê Şerê Ukrayna û Rusyayê yên li kîjan welatî ye û li ku derê nerînên xwe hanîn zimên.

Li gorî daneyên Îdareya Koçê, sala borî destûra rûniştinê ya 38 welatiyên Rusyayê û îsal jî 97 welatiyên Rusyayê li gorî bersivên wan ên li ser pirsnameyê hatin betalkirin. 

Rêvebiriyê diyar kir ku hejmara welatiyên Rusyayê yên ku di sala 2022yan da ku Şerê Ukrayna û Rusyayê dest pê kiribû, ji bo destûra rûniştinê serî lê dabûn, li gorî sala borî du qat zêde bûne û derketiye 4 hezaran.