Berdevkê Qubad Talabanî: Pistî bicihkirina hêzan li sînorê Silêmaniyê hîç qaçaxçîtî çênebûye
PeyamaKurd - Medyaya fermî ya bi ser Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ev eşkere kiriye ku ji doh roja 9ê Tebaxê ku hêzên asayîşa Silêmaniyê li deriyên sînorî bi cî bûne û nahêlin qaçaxçîtî were kirin.
Medyaya fermî ya YNKê bi zarê Berdevkê Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Qubad Talabanî, Semîr Hewramî belav kiriye ku pêngaveke kirdarî hatiye avêtin ji bo rêgirî li qaçaxçîtiya deriyên sînorî û di heyama 24 saetên dawîn de hîç qaçaxçîtî û binpêkirina yasayan li deriyên sînorî pêk nehatiye.
Semîr Hewramî tekez kiriye, hêzên asayîşa Silêmaniyê li deriyên sînorî yên Başmax û Perwêzxan û çend xalên din ên gumrigê wê bimînin û rûbirûyî qaçaxçîtî û binpêkirina yasayan dibin.
Berdevkê Cîgirê Serokwezîr, herwiha eşkere kiriye Qubad Talabanî ligel wan hêzên li deriyên sînorî di peywendiyê de ye ji bo rê li hemû binpêkirinên yasayî pêk were bê girtin û destnîşan kiriye, ev pêngaveke gîrîng e ji çaksazî û serweriya yasa û parastina mafên giştî re.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin