Beriya operasyona Refahê Qahîreyê hisyarî da Hemasê
PeyamaKurd - Piştî ku Îsraîlê aşkere kir ku ew plan dike li dijî Refaha navçeya Xezzeyê operasyona bejayî bide destpêkirin, hate ragihandin ku Misrê hişyarî daye Hemasê ku di nava 2 hefteyan de bi Îsraîlê re li hev bike.
Rojnameya navdar a Amerîkî The Wall Street Journalê (WSJ) angaşt ku Misirê ji bo di nav 2 hefteyan de bi Îsraîlê re li hev bike hişyarî daye Hemasê. Rojnameyê balê kêşa ser hatina hişyariya Misirê ya ku piştî aşkerekirina Îsraîlê ya amadekariya operasyona bejayî ya li ser Refahê.
Wek tê zanîn Misir, di babetên pevguhertina dîlên di destê Hemasê û berpirsên Hemasê yên girtiyên Îsraîlê û peymana agirbestê de, yek ji ew welatan e ku navbeynkar in.
WSJê angaştiye ku Rêveberiya Qahîreyê ji Hemasê re ragihandiye, eger ew di nav 2 hefteyan de bi Îsraîlê re li ser pevguhertina dîl û girtiyan û peymana agirbestê li hev neke, wê artêşa Îsraîlê ji bejahiyê ve êrîşî navçeya Refahê ku bi sed hezaran sivîlên ji Xezeyê koç kirine lê bi cih bûne, bike.
Çapemeniya Îsraîlê jî duh angaştibû Misirê, rêveberiya Telavîvê hişyar kiriye ku eger artêşa Îsraîlê li dijî bajarê Refahê operasyoneke bejahî pêk bîne, wê peymana aştiyê ya 1979an ku bi Îsraîlê re îmze kiribû rawestîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin