Berpirsê PDKê: Em ti carî razî nabin pasmayên DAISê bînin Singalê
PeyamaKurd - Berpirsê liqa PDKê li bajarê Şingalê Qadir Qaçax ragihand, ew ti carî razî nabin hikûmeta Iraqê paşmayên DAIŞê ji Sûriyê veguheze devera Şingalê.
Berpirsê liqa 17 ya PDKê li Şingalê, Qadir Qaçax ji malpera fermî ya PDKê re da xuyakirin, hikûmeta Iraqê li nahiya Zumar ya Şingalê kampek ji paşmayên DAIŞê re çêkiriye û wan ji Sûriyê vediguheze wê kampê.
Qadir Qaçax got, ew ti carî razî nabin hikûmeta Iraqê karekî wiha bike ji ber ku bicîhkirina malbatên DAIŞê li wir dibe metirsî li ser Şingalê. Wan malbatên DAIŞê heta niha jî li ser rêça DAIŞê ne û dest ji hizra terorîstî bernedane.
Berpirsê PDKê da zanîn, xelkê Zumarê jî ji wê yekê nîgeran in. Haya serkirdetiya PDKê û hikûmeta Kurdistanê jî ji wê yekê heye û dê bi hikûmeta Iraqê re behs bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin