Berpirsê SOHRê: Divê Efrîniyên nasnameyên Ewropî standine dozê li Erdogan vekin
PeyamaKurd – Berpirsê Giştî yê Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR) Ramî Ebd-Rehman bal kişand ser dagirkerî û binpêkirinên li Efrînê rû didin û got, divê Efrîniyên ku nasnameyên Ewropayê wergirtine li dadgehan yekser dozê li dijî Erdogan û artêşa Tirkiyê vekin.
Ramî Ebd-Rehman ji televizyona El-Erebiyê re axiviye û daye xuyakirin, li Ewropayê bi deh hezaran Efrînîyên ku nasnameyên hemwelatîbûna welatên Ewropayê wergirtine hene, divê yekser li dijî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan Erdogan û artêşa Tirkiyê, dozê li dadgehan vekin.
Ebd-Rehman diyar kir ku çekdar mal û milkê Efrîniyan talan dikin, herî dawî li navçeya Reco gelek malên wan hatin dizîn.
Berpirsê SOHRê destnîşan kir ku Erdogan yakemîn kes e ku dest bi guhartina demografiya Efrînê kir.
Ramî Ebdrehman anî ziman ku hin rêxistinên mirovî di nav de çavdêriya Sûrî, tawanên dewleta Tirkiyê yên li dijî Efrîniyan pêk tînin, belge dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin