Berzincî: Ew kesê li Hewlêrê bi taya xwînberbûnê ketibû bas bû

18 May 2022 13:04 0 dîtin
Berzincî: Ew kesê li Hewlêrê bi taya xwînberbûnê ketibû bas bû

PeyamaKurd – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê diyar kir, ew kesê li Hewlêrê bi taya xwînberbûnê ketibû, baş bû û vegeriya malê.

Li gor Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî destnîşan kir, ew kesê li Hewlêrê bi taya xwînberbûnê ketibû, piştî wergirtina çareseriyên bijîşkî, baş bû û vegeriya malê.

Herwiha eşkere kir, kesekî din ku gumana pêketina wî bi taya xwînberbûnê li Zaxo hat destnîşan kirin û ji bo nexweşxaneyeke Duhokê hate vegihastin, niha rewşa wî cîgir e û çarseriyên bijîşkî werdigire.

Taya Xwînberbûn, nexweşiyek e ji ajalan bo mirovan tê vegertin, herwiha weke "vîrusa Kongo" jî tê nasîn û %40ê pêketiyên vê nexweşiyê, metirsî li ser jiyana wan dirust dibe.