Dr. Saman Berzincî ragihand: Ji Taya Xwînberbûnê 5 kesan can daye

28 June 2023 19:39 0 dîtin
Dr. Saman Berzincî ragihand: Ji Taya Xwînberbûnê 5 kesan can daye

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî derbarê haletên nexweşiya Taya Xwînberbûnê (Kirim Kongo) ya li Herêma Kurdistanê de ku ji ajalan digihe mirovan civîneke rojnamevanî li dar xist. Berzincî eşkere kir, 25 haletên gumanlêkirî yên taya xwînberbûnê hene, 12 halet piştrastkirî ne û herwiha 5 pêketiyên vê nexweşiyê jî can dane.

Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî di serdana Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Hewlêrê de got: “Armanca me ji van serdanan ew e ku em di rojên betlaneyê de ji nêzîk ve çavdêriya rewşa nexweşan bikin, ku divê xizmet berdewam bin, di heman demê de armancek me ya taybetî li nexweşxaneyê hebû, ku em ji nêzîk ve çavdêriya nexweşên taya xwînberbûnê bikin û bizanin rewşa çareseriyê çawa birêve diçe.”

Dr. Saman Berzincî got: “Ev nexweşî niha taybetmendiya xwe heye, ji ber ku em di nava Cejna Qurbanê de ne û mirov qurbanan dikin. Me rênîşandan dane ku divê ajel bi awayekî saxlem li cihên fermî yên di bin çavdêriya tenduristî û beytar de bên serjêkirin, ne ku her kes li malê serjê bike. Ev nexweşî xeternak e û her roj halet hene.”

Dr. Berzincî da zanîn: “Li Herêma Kurdistanê ji koma 25 haletên gumanlêkirî yên taya xwînberbûnê, 12 halet piştrastkirî hene, herwiha 5 pêketiyê vê nexweşiyê jî can dane.”

Wezîrê Tenduristiyê diyar kir: “Ev nexweşî, nexweşiyeke metirsîdar e, em ditirsin ku belav bibe û zêde bibe, ji ber ku li parêzgehên Iraqê hejmara haletan pir zêde ye, zêdetirî 700 haletên gumanbar û zêdetirî 261 haletên piştrastkirî hene û 61 nexweş jî bi taya xwînberbûnê can dane.”