Bexda | Li Herêma Kesk xwepêsander hatin gulebaran kirin
PeyamaKurd – Xwepêşandanên nerazîbûnê yên li dijî hikûmeta Iraqê îro Înê ji nû ve dest pê kirin û li gorî agahiyên dawî, di aloziyên xwepêşandanên îro de herî kêm 2 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.
Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku ji ber aloziyên di navbera hêzên emnî û xwepêşanderan de, 2 kes hatine kuştin.
Li gorî medya Iraqê xwepêşanderên li Bexdayê xwestine ber bi Herêma Kesk ve herin û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine gulebarankirin.
Hêjayî gotinê ye, ji bilî daxwazên çaksazî û xizmetguzariyê ji hikûmeta Bexdayê, xwepêşander li dijî Îranê jî diruşman diqîrin û dixwazin Îranê êdî destê xwe ji Iraqê bikişîne.
Tevî ku Serokwezîrê Iraqê soza reforman û guhertinan dabû jî îro 25ê Cotmehê li çend bajarên Iraqê ji nû ve xwepêşandan dest pê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin