Bexda | Li Herêma Kesk xwepêsander û hêzên ewlekariyê pev çûn...

05 November 2021 18:59 0 dîtin
Bexda | Li Herêma Kesk xwepêsander û hêzên ewlekariyê pev çûn...

PeyamaKurd - Li paytexta Iraqê Bexdayê di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de pevçûn çêbû.

Piştî ragehnadina encamên dawî yên hilbijartina pêşwext ên Parlamentoya Iraqê yên roja 10.10.2021ê birêve çûn, beşek ji wan aliyên di hilbijartinê de şikest xwarine nêzîkî Herêma Kesk a Bexdayê dest bi xwepêşandanê kiribûn û daxwaza hilweşandina encamên helbijartinê dikin.

Li gor medya Iraqê îro 05.11.2021ê xwepêşander û hêzên ewlehiyê nêzîkî deriyê herêma Kesk li ber wezareta plandananê pev çûn.

Ji ber pevçûna di avbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de hejmarek xwepêşander û karmendên ewlehiyê birîndar bûn.

Herwiha li gorî hinek çavkaniyan ji xwepêşanderan bi guleya hêzên ewlehiyê yên  kesek hatiye kuştin.

Hat zanîn ku piraniya xwepêşanderan alîgirên milîsên Heşdî Şeibî ne, ku hejmara kursiyên hevpeymaniya wan (Hevpeymana Fetih) li Parlamentoya Iraqê ji 47 kursiyan dakete 16 kursiyan.