Bexdayê tenê sala 2019an dest daniye ser 826 milyar dînarên Pêsmerge

30 April 2020 14:22 0 dîtin
Bexdayê tenê sala 2019an dest daniye ser 826 milyar dînarên Pêsmerge

PeyamaKurd – Endamê Komîsyona Pêşmerge li Parlementoya Kurdistanê Osman Sêderî da xuyakirin ku Bexdayê tenê sala 2019an, 816 milyar dînarên Pêşmerge zeft kiriye û nedaye.

Parlementerê Kurdistanê û cîgirê serokê komîsyona Pêşmerge, Osman Sêderî ji medya Kurdistanê re ragihandiye, di çarçoveya qanûna bûdceya sala 2019 ya Iraqê de lazim bû hikûmeta Iraqê her meh 68 milyar dînar bida Pêşmerge.

Osman Sêderî dibêje, lê hikûmeta Iraqê ew qanûn binpê kir û dînarek jî neşand ku bi giştî dike 816 milyar dînar.