Bi besdariya Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr çawaniya aramiya Iraqê tê gotûbêjkirin

26 October 2021 12:11 0 dîtin
Bi besdariya Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr çawaniya aramiya Iraqê tê gotûbêjkirin

PeyamaKurd – Bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li Hewlêrê konferansa bi navê “Dîdara MERI” tê lidarxistin.

Îro li Hewlêrê konferansek bi navê Dîdara MERI, ku ji aliyê Enstîtuya Rojhilata Navîn ji bo Lêkolînê (MERI) ve hatiye amadekirin, tê lidarxistin.

Serokê enstîtuya MERI Dr. Dilawer Eladîn diyar kiriye, di vê dîdarê de serkirdeyên Kurdistanî û Iraqî û akademîsyenên biyanî û navxwe wê li ser çawaniya aramiya Iraqê gotûbêj bikin.

Dr. Dilawer Eladîn herwiha eşkere kiriye, du hefte bi ser hilbijartinên giştî yên Iraqê re derbas bûye û niha pêkanîna kabîneya nû di rojevê de ye ji ber wê jî gotûbêj û civînên wiha pêwîst in da ku nexşe rêya paşerojê were danîn.

Serokê enstîtuya MERI destnîşan kiriye, di dîdarê de nûnerên wan welatên ku bandora wan li ser Iraqê heye jî beşdar dibin.

Dîdara MERI bi dirûşma “Iraqeka Aram, Herêmeka Aram” wê du rojan berdewam be û ji 8 panêlan pêk tê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, nûnerê bizava Sedir, Emîr Kînanî, Balyozê Amerîka li Iraqê, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, Emîndarê Giştî yê Yekgirtû, Selahedîn Behadîn, Parêzgarê Besra Eshed Abidanî, Serokê Komel Elî Bapîr, Balyozê Almanya li Iraqê, Şêwirmendê Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Kazim Secadpûr, Balyozê Rûsya li Iraqê, Balyozê Tirkiye li Iraqê û komek amadekîsyon û rewşenbîrên din beşdar dibin.