Bi biryara Serokwezîr malên taxên Kelarê bi dana erd têne qerebûkirin

14 July 2024 20:26 0 dîtin
Bi biryara Serokwezîr malên taxên Kelarê bi dana erd têne qerebûkirin

PeyamaKurd - Bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, malên her du taxên Lîwaya Reş û Cemelona ya Qezaya Kelarê bi dana perçeyên erd têne qerebûkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî parve kir ku bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, wê malên du taxên Lîwaya Reş û Cemelona yên Kelarê bi dana perçeyên erd bêne qerebûkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi biryara Serokwezîr, wê malên taxên Lîwaya Reş û Cemelona yên Qezaya Kelarê ku ji 163 malan pêk tên, her yek ji wan bi perçeyeke erd ê 200 metreyî bê qerebûkirin.

Di daxuyaniya hikûmetê de her wiha hatiye destnîşankirin ku hemû rêkarên qerebûkirinê bidawî bûne û di nêzîktirîn demê de wê perçeyên erd ên qerebûyê wê li mexdûran bêne belavkirin.

Weke tê zanîn, di 16ê Sibatê de ji ber barîna zêde ya baranê ku 2 rojan dom kiribû, li du taxên Kelarê lehî rabûbû û ji sedî zêdetir malên Kelariyan di bin avê de mabûn.