Bi fîsekan û navê JÎTEMê gefa kustinê li Ayhan Bîlgen xwarin
PeyamaKurd - Li ser medya civakî bi peyameke wêneyê fîşekan tê de bû û li ser navê JÎTEM hatibû nivîsîn gefa kuştinê li Şaredarê HDPê yê bajarê Qersê Ayhan Bîlgen hat xwarin.
Hesabekî medya civakî yê ku bikarhênerê wê diyar nebûye, peyama wêneyê qûtiyek tije fîşek bi têbiniya “Şewbaş hewal, mirin tu JÎTEM. Hûn jê hez dikin” ji Bîlgen re şand.
Ayhan Bîlgen li ser wê peyamê ji hesabê xwe yê Twîtterê bersiv da û got: “Me berî 15 salan di xebatên MAZLUM-DERê de şahidiya heman tehdîtan kir. Çawa ku ew dest ji hînbûnên xwe bernadin, ji bo me jî tu tişt nehatiye guhertin. Yên ji hêsin ditirsin li trenê swiar nabin.”
Li ser mijarê parêzerê Bîlgen, Bişar Abdî Alinak da xuyakirin ku ew rdê roja Duşemê li ser peyama hatiye şandin gilî li dozgeriyê bikin û bixwazin ew kesê peyam şandiye were eşekerekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin