Kiliçdaroglu: Erdogan eskere gefan dixwe, metirsiya kustinên siyasî heye!
PeyamaKurd - Serokê Partiya Komarî ya Gel li Tirkiyê (CHP) Kemal Kilicdaroglu, derbarê hilbijartinên bê û helwesta AKPê ya ji bo bernedana deshilatdariyê got ku Erdogan dixwaze di pêvajoya hilbijartinê de aloziyê zêde bike û eşkere gefan dixwe, metirsiya kuştinên siyasî heye.
Kemal Kilicdaroglu, li ser axaftinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên; “Bisekinin dê hîn çi bê serê we” wiha axivî:
“Wê deshilatdarî ji bo neçe hemû rêyan biceribîne. Erdogan dixwaze di pêvajoya hilbijartinê de rageşiyê zêde bike. Erdogan got; 'Bisekinin dê hîn çi bê serê we.' Metirsiya kuştinên siyasî heye. Dibêje 'dê çi bê serê we' Bi eşkereyî gefan dixwe.”
Kilicdaroglu diyar kir, bi ti awayî ji bo destûreke nû bi AKPê re hevdîtinan nakin û got: “Em di qonaxa dawî pergala dizîyê de ne, çi bikin bila bikin dê biçin. Erdogan ji bo li ser desthilatê bimîne dê her tiştî bike. Dizane eger ji desthilatê bikeve dê bo wî berdêlên wê hebin. Pêwîst e ji rageşiyê dûr bisekinin. Aliyê hember dê rageşiyê zêde bike. Lê ez bawerim grûpên diyar çek hilnegrin û kesên diyar nekujin rageşiyek çênabe. Metirsiya kuştinên siyasî heye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin