Çekdarên ku Melek kustin, gefa kustinê li malbata wê jî dixwin...
PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, li ser bûyera kuştina keça Kurd a 16 salî Melek Nebîh Xelîl Cuma ku ji aliyê koma çekdar a girêdayî Tirkiyê bi navê El-Nuxbe ya bi ser Sultan Murad ve hatibû revandin û kuştin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di daxuyaniyê de bi zarê çavkaniyên ji nava Efrînê, dide xuyakirin ku çekdar niha jî fişarê li ser malbata Melekê dikin û gefa kuştinê li wan dixwin daku dengê xwe nekin.
Keça Kurd Melek piştî ku 23yê Gulanê hatibû revandin û kuştin, termê wê 7ê Gulanê hatibû dîtin û karvedaneke mezin li ser medya Kurd û cîhanê çêkiribû.
Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê de, bang sazîyên pêwendîdar ên civaka navdewletî tê kirin ku li ser vê bûyerê û kiryarên din ên nemirovî ku li herêmên hatine dagirkirin diqewimin bi berpirsiyariya xwe ve rabin.
Herwiha tê xwestin ku gef li malbata Melekê neyê kirin û çekdarên ew tawan kirine jî werin sizadan.
Daxuyaniya rêxistinê ya ku hurgiliyên bûyerê dide wiha ye:
"Girêdayî nivîsa derbarê qetilkirina zaroka Kurd Melek Nebîh Xelîl Cuma(16) a ji gundê Derwîş ê girêdayî navçeya Şera de.
Di encamê şopandina me ya ji hûrgiliyên mijarê de, me bi hin çavkaniyên ji hundir re têkildarî danî. Çavkaniyan diyar kirin ku çekdarên koma El-Nuxbe ya girêdayî Firqet Sultan Murad a alîgirê dewleta Tirk bi perspektîfên yekser ji istîxbarata Tirkiyê hewl didin bi tevahî şêweyan fişarê li malbata Melek bikin, bi taybet bav û dayika wê, da ku li ser bûyerê bipêçin. Çete nahêlin ku malbata Melek têkiliyan bi ti kesî re çêbike û gefa kuştinê li wan dixwin.
Bi destpêkirina belavkirina nûçeyê qetilkirina Melek re, çekdarên komê agahî da malbatê û birin Efrînê û Nexweşxaneya Avrîn, da ku cenazeyê binasin, di dema dayika wê li cenaze dibîne ku cenazeya keçeke din kuştî dît û nenasî, bi wê re jî tenduristiya wê xirab.
Çavkaniyan diyar kirin ku rewşa malbata jina ciwan Melek di xeteriyê de ye û derfet nedan ku bi xizmên xwe yên li derve re biaxivin û gefên kuştinê li wan dixwin.
Bi wê re jî agahiya derewandina kuştina Melek li ser zimanê malbat wê diyar dibe, ji ber ku ew derewandin di encama fişar û nixumandina nûçeyê de hat, weke çawa bi serê hezaran malbatên ku rastî lêdan, revandin, kuştin û tecawîzkirinê hatiye.
Em wek Rêxistina Mafên Mirovan bang li hemû rêxistinên mafnas û yên mafên mirovan dikin di serî de rêxistina NY`yê, Komseriya Mafên Mirovan, rêxistina UNICEF, komîteya lêpirsînê ya navnetewî, rêxistinên jinan ên navnetewî dikin ku erka xwe ya exlaqî û mirovî pêk bînin, zextê li dewleta Tirk bikin ji ber herêmên ji Sûriyê dagir kiriye bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di navde Efrîn ku dagirkirina ji xaka Sûriyê re bidawî bike. Hemû girtiyan serbest berde bi taybet jinan. Êrişî malbata Melek Nebîh Xelîl Cûma neke. Heger êrişî tu malbatên din jî bike. Ev yek berpirsiyariya exlaqî û mirovî ya wan e û ev karê rêxistinên mafên mirovan e. Tirkiyê divê hêzên xwe di zûtirîn dem de ji xaka Sûriyê vekşîne. Hemû sûcdaran radestî dadgeha cînayetên navnetewî bike da ku werin cezakirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin