Bi sed hezeran kes dijî Lukasenko rabûn ser piyan, YE civîna awarte li dar dixe
PeyamaKurd – Piştî ku hefteya borî 9ê Tebaxê Aleksender Lukaşenko car din bû serokê Belarûsê, bi daxwaza dubarekirina hilbijartinan û sextekariyê xwepêşandan dest pê kirin ku niha li paytext Minskê protestoyên dijî Lukaşenko gihîştin asta xwe ya herî bilind.
Bi sedhezarna kes li Minskê daketin kolanan û serokê Belarûsê Aleksender Lukaşenko ku 26 sal in li ser kar e şermezar kirin.
Lukaşenko jî li paytextê vê carê li cihek din bi alîgirên xwe re hat gel hev û got, bi ti awayî hilbijartin nayê dubarekirin. Yekîtiya Ewropayê jî xwe ji bo sepandina cezayan li ser Belarûsê amade dike.
Li gorî ajansa Reutersê di xwepêşandanên li paytextê hatin lidarxistin de, nêzî 200 hezar kes beşdar bûne ku xebatkarên televîzyona dewletê û karkerên di saziyên dewletê de kar dikin jî hebûn.
Di demeke ku ev xwepêşandan dihatin lidarxistin de, ajansa navbûrî diyar kir ku nêzî 5 hezar alîgirên Lukaşenko jî li deverek din ya paytextê kom bûn ku li gorî agahdariyên hikûmetê 65 hezar kesên alîgir civiyane.
Lukaşenko di xwepêşandana alîgirên xwe de got ku daxwaza kesên dibêjin bila hilbijartin dubare bibe pêk nayê.
Li aliyê din li ser daxwaza Lukaşenko ya piştevaniya Rûsya, Vladimîr Putîn ragihand ku ew ji bo piştevaniyê amade ne.
Piştî vê daxuyaniya Pûtîn, li ser medya civakî îdiayên ku tankên Rûsyayê ji bo piştgiriya Lukaşenko ber bi Belarûsê ve diçin hatin parvekirin.
Welatên Ewropayê li dijî destwerdaneke Rûsyayê derdikevin. Serokê Konseya YE Charles Michel jî ragihand ku bi mijara rewşa li Belarûsê civîneke awarte li dar bixin.
Hat diyarkirin ku wê 27 welatên ewropayê di civîna bi vîdyokonferansê de beşdar bibin û sepandina cezayan li ser hikûmeta Belarûsê were gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin