Bi serperistiya Serokwezîr îro Encûmena Wezîran dicive
PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro dicive.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serperiştiya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî dicive.
Fermangeha Medya û Zanyariyan diyar kir, di civînê de ev pirs tên guftûgokirin:
- Projeya Xizmetê.
- Girift û çareseriya babeta kirîna genimê cotkatên Herêma Kurdistanê yê sala 2020an ji aliyê Hikûmeta Federalî ve.
- Babeta lêxweşbûna gumrikê ji bo hin amêr û madeyên seretayî yên projeyên çandiniyê û asankariyên ji cotkaran re.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin