Biden: Em hêzên leskerî nasînin Ukraynayê ji ber ku ew ê bibe sedema serekî cîhanî

11 February 2022 13:29 0 dîtin
Biden: Em hêzên leskerî nasînin Ukraynayê ji ber ku ew ê bibe sedema serekî cîhanî

PeyamaKurd Serokê Amerîkayê Joe Biden ji welatiyên Amerîkî yên li Ukraynayê daxwaz dike, demildest ji Ukraynayê derkevin, herwiha diyar dike, hêzên leşkerî naşîne Ukraynayê.

Li gor Joe Biden ji kanala NBC axivî û da zanîn; hêzên leşkerî naşînin Ukraynayê, ji ber ku rûbirûna wan li hember Rûsyayê, wê bibe şerekî cîhanî.

Biden destnîşan kiriye, divê welatiyên Amerîkayê demildest ji Ukraynayê derkevin.

Serokê Amerîkayê destnîşan kiriye; eger artêşê bişînin Ukraynayê, wê bibe sedema şerekî mezin ê cîhanî, ji ber ku Rûsya û Amerîka wê arasteyî hev bibin û cîhana niha jî ji ya berê cudatir e.

Herwiha Serokê Rûsyayê Vladimir Putin eşkere kiriye; eger şer biqewime, Ewropa wê bi temamî bişewite.