Biden peyama namzediyê da
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, ew ê di demeke nêz de namzetiya xwe ya ji bo hilbijartinên Serokkomariyê yên 2024an eşkere bike.
Biden di gera xwe ya Îrlandayê de ji rojnamevanan re axivî û derbarê hilbijartinên serokomariyê yên ku wê sala bê de bên kirin de got, “Min hesabê berê kiriye. Ez ê di demek nêzîk de ragihînim."
Biden destnîşan kir, gera wî ya Îrlandayê hesta xweşbîniyê ya ku meriv dikare bike xurtir kir û got, "Min berê jî gotibû ku plana min ew e ku ji nû ve bimeşim."
Biden di pirsekê de derbarê Jack Teixeira de ku roja borî ji ber eşkerekirina zanyariyên leşkerî yên artêşa Amerîkayê li ser înternetê hatibû binçavkirin diyar kir, wî ferman daye wan ku li ser bingeha çawaniya bidestxistina zanyariyên nehênî bigerin.
Biden eşkere kir, lêpirsîna li ser belgeyên nepenî wê demek dirêj berdewam neke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin