Biden û Netanyahu li ser 'Xezze'yê axivîn
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bi telefonê axivî.
Di hevdîtina navborî de Biden di pêwendiya telefonî ya ligel Netanyahu de pabendbûna xwe ya ji bo ewlehiya Îsraîlê dubare kir.
Di hevdîtinê de li ser serbestberdana girtiyan û pêkanîna agirbesteke lezgîn li Xezzeyê gotûbêj hatin kirin.
Di axaftinên li ser zêdekirina alîkariyên mirovî yên ji bo Xezzeyê, herdu aliyan herwiha li ser vekirina deriyên nû ji bo alîkariyê nîqaş kirin.
Biden helwesta xwe ya li ser êrîşa li ser Refahê dubare kir û destnîşan kir ku divê di zêdekirina alîkariyên mirovî de "pêşketin" berdewam be û pêvajo bi rêxistinên mirovî re bê meşandin.
Joe Biden di daxuyaniyên xwe yên berê de diyar kiribû ku ew li dijî êrîşeke berfireh a li ser Refahê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin