“Boko Haram 9 mîlyar dolar zerarê da me”

08 December 2018 01:17 0 dîtin
“Boko Haram 9 mîlyar dolar zerarê da me”

PeyamaKurd- Cîgirê serokê dewleta Nîjeryayê Yemi Osinbajo li ser mijara rêxistina Boko Haram û kiryarên wê axifî û weha got:

“Bi sedema êrîşên rêxistina terorî ya Boko Haramê di nav 10 salan de bi 9 mîlyar dolarî zerarê da me.”

Osinbajo di konferanseka ku li payîtext Abujayê ji aliyê Banka Pêşdebirina Afrîkayê de hat çêkirin axifî û got ku bi sedema êrîşên Boko Haramê li dora 2 mîlyon kes dev ji cî û warên xwe berdan û weha dewam kir:

“Di nava 10 salan de li dora 20 hezar kes mirin. Ti kes weka vê rêxistinê tehrîbatê nekiriye. Ji 400 hezarî zêdetir mal, dibistan, nexweşxane û avahiyên xizmeta giştî tehrîb bûn. Ev xerabkirin tenê perçeyekî ji çîrokêye. Bi xêra operasyonên artêşa nîjeryayê, li gor sala 2014yan, di rêxistinê de %83 qelsbûn heye.”

Îsal bi desteka artêşa Nîjeryayê 35 hezar kes dageriyane malên xwe.