Delîganî: Totalê 80 mîlyar dolar zerarê da me

11 September 2018 19:52 0 dîtin
Delîganî: Totalê 80 mîlyar dolar zerarê da me

PeyamaKurd- Endamê komîsyona budçeyê ya Îranê Delîganî ragihand ku di nava 16 salan de, şîrketa petrol û xazê ya Fransayê Total, 80 mîlyar dolar zerarê daye Îranê. Endamê budçe û plandananê yê meclisa Îranê Huseyin Elî Hecî Delîganî got ku bi danîna dorpêça ser Îranê re, di sala 2012an de Total ji Îranê vekişiya û di sala 2015an de car din dest bi bazirganiyê kir. Delîganî berê rexna xwe da ber bi Fransayê û weha got:

“Di nava 16 salan de Îran bi sedema şîrketa Totalê 80 mîlyar dolar zerar kir. Tevî ku şîrketa Totalê çend cara hat Îranê û çû, ti zerarekî nekir lê wezareta petrolê bê ku sînoreke wextî jê re deyne, bi şîrketê re peyman îmze kir. ”

Şîrketa petrolê û xazê ya Fransayê Total bi sedema ku Amerîka dorpêçan daniye ser Îranê ragihandibû ku ji seha xazê ya Parsê ku dikeve Kendava Basrayê vekişiyabû.