Boris Johnson ji nexwesxanê peyam sand: Ez jiyana xwe deyndarê...

12 April 2020 09:28 0 dîtin
Boris Johnson ji nexwesxanê peyam sand: Ez jiyana xwe deyndarê...

PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson 7 roj in ji ber nexweşîya vîrusa koronayê di venerîna hûrî ya nexweşxaneya St Thomas de ye, bi rêya Ofîsa Serokwezîriyê peyamek şand û spasiya doktor û hemşîreyan kir.

Johnsonê ku tenduristiya wî ber başiyê ve çûye ji bo pizîşk û perestarên nexweşxaneyê got, “Êz çiqasî spasiya wan bikim têr nake. Ez jiyana xwe deyndarê wan im.”

Nivîsgeha Serokwezîriyê ragihand ku wê Johnson çend hefteyên din vehese û ji bo vegera ser karê xwe lezê neke.

Serokwezîrê Brîtanyayê 5 Nîsanê bi giranbûna rewşa wî re rakiribûn nexweşxaneyê û tedawiya oksîjenê li nexweşxanê standibû.

Niha Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab wekaleta wî dike.