Bozdag: Me bi nivîseke fermî daxwaza radestkirina hejmarek kesan kir

06 July 2022 17:38 0 dîtin
Bozdag: Me bi nivîseke fermî daxwaza radestkirina hejmarek kesan kir

PeyamaKurd - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand ku wan dubare bi nivîseke fermî daxwaza radestkirina endamên PKK û FETOyê ji Swêd û Fînlandayê kir.

Bekir Bozdag da zanîn, wan nivîsek ji Fînlanda û Swêdê re şandiye û daxwaz ji wan kiriye ku bi awayekî lezgîn endamên PKK û Tevgera Fethullah Gulen (FETO) radestî wan bikin.

Bozdag da xuyakirin ku ew ê bi rêya balyoz û Wezareta Derve çavdêriya radestkirina wan kesên xwestine bikin û diyar kir, di dosyeyên şandine de belgeyên pêwîst hene û ew li benda bersiva Swêd û Fînlandayê ne.

Hêjayî gotinê ye, Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson gotibû, ew ê pabendî rêkeftina ligel Tirkiyê û peymana radestkirinê bibin û eşkere kiribû ku li gor hiqûqa netewî û navdewletî, kesên ku welatiyên Swêdê ne, dê neyên radestkirin.