Brezîlyayê ketina Xê qedexe kir, bertek ji Musk hat: Ew çavkaniya rastîn a yekemîn digirin

31 August 2024 14:19 0 dîtin
Brezîlyayê ketina Xê qedexe kir, bertek ji Musk hat: Ew çavkaniya rastîn a yekemîn digirin

PeyamaKurd – Dadgeha Bilind a Brezîlyayê gihandina platforma medyaya civakî X (ku berê wekî Twitter dihat zanîn) qedexe kir, 24 saet dem da ku nûnerek qanûnî li wî welatî destnîşan bike. Elon Musk bertek nîşanî biryarê da û got, "Li Brezîlyayê çavkaniya yekemîn a rastîn digirin."

Dadgeha Bilind a Brezîlyayê biryar da ku ketina X li welêt qedexe bike.

Derbarê mijarê de ji aliyê Dadgeha Bilind a Brezîlyayê ve daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Hakimê Dadgeha Bilind Alexandre de Moraes biryar daye ku li ser Xa ku xwediyê Elon Musk e, qedexeya têketinê bisepîne.

Hate diyarkirin ku şîrketê di dema diyarkirî de nûnerê hiqûqî yê Brezîlyayê tayîn nekiriye û heta nûner bê tayînkirin û cezayên pereyan neyên dayîn wê ev biryar derbasdar be.

Di daxuyaniyê de, ji pêşkêşkerên karûbarê înternetê û firotgehên serîlêdanê, 5 roj hat dayîn ku gihîştina Xê asteng bikin û hat diyarkirin ku wê li kes an jî saziyên ku bi rêbazên wek VPN hewl bidin têkevin Xê ceza bên birîn.