Têketina hemwelatiyên Brezîlyayê bo Amerîkayê hat qedexekirin
PeyamaKurd – Koşka Spî ragihand ku têketina hemwelatiyên ku di 14 rojên dawiyê de serdana Brezilyayê kirine bo Amerîkayê hatiye qedexekirin.
Li gorî zanyariyan, hemwelatiyên Amerîkayê yên li Brezîlyayê ku bixwazin vegerin Amerîkayê ne di vê çarçoveyê de ne.
Brezîlya bi zêdetir ji 360 hezar haletên tûşbûnê, piştî Amerîkayê duyemîn welat e ku zêdetir haletên tûşbûnê lê têne tomarkirin.
Hejmara kesên ji ber wê nexweşiyê bûne qurbanî jî jî 22 hezaran boriye.
Li Amerîkayê jî hejmara kesên ku enfekte bûne ango korona virusa wan pozîtîf e ji milyonek 650 hezariye derbas kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin